Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fermandeyê Artêşa Pakistanê serdana Îranê dike

13:28 - 24 Tebax 2026

General Asim Monîr, Fermandeyê Artêş û Hêzên Çekdar ên Pakistanê serdana rêjîma Îranê li Têhranê de dike û pêka rapora Tesnîm a ser bi rêjîma Îranê, Wezîrê Derve yê Pakistanê jî digel navbirî vê serdanê dike.

Gorî rapor û zaniyariyên ku ji mediayan ve hatine belavkirin, General Asim Monîr bi armanca gotûbêj digel berpirsên rêjîmê serdana Têhranê dike, û mijarên pêywendîdar bi danûstandin û aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de, dê bêne nîqaşkirin.

Hin raporan aşkera kirine ku desthilatdarên rêjîma Îranê daxwaz ji Pakistanê kirine ku cehdên xwe bêxe ger bo encamdana lihevkirina Amerîka û Îranê de.

Dewleta Pakistanê li heyvên derbasbûyî de rola navbendçîtiyê li gotûbêjên li navbera Amerîka û rêjîma Îranê de hebûye û General “Asim Monîr” li vê yekê de rola bingehîn hebûye.

Wezareta derve ya rêjîma Îranê armanca vê serdanê bi zêdetirkirina pêwendiyên li navbera Pakistan û rêjîmê û alîkarîdana Pakistanê bo bihêzkirina aşitî û ewlehiya deverê vê daye zanîn, lê li rastiyê de rêjîma Îranê her derfet û aliyekê bi kar tîne ku bikare bi lahiyan jî bibe, xwe ji binbesta dorpêçên kawilker rizgar bike.