Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara bervajî bo destpêkirina mezintirîn êrîşa aborî bo ser rêjîmê dest pêkir

13:32 - 24 Tebax 2026

Skat Bêsênt, Wezîrê Xezînedariya Amerîkayê bi belavkirina gotarek li “Fayneşnal Taymz”ê de hinek ji hûrdekariyên statrejiya dorpêça nû ya Amerîka bo ser rêjîmê eşkere kir, navbirî ev dorpêça nû bi roja “Dêy a aborî” binav kir û ragihand armanca vê dorpêçê, qutkirina tevav a torên aborî yên piştevanên rêjîma Îranê ye heta astek ku ev rêjîm bi tevavî bi tenê bimîne.

Wezîrê Xerzînedariya Amerîkayê ragihand ev dorpêç li roja Duşemî anku îro 2ê Xermananê li demjimêr 2ê nîvro bi dema rojhilatê Amerîkayê dê dest pê bike.

Herwisa Skat Bêsênt tevî îşare bi Roja “Dêy” li şerê binavdeng ê Normandî li sala 1944 a Zayînî û hevşêwetiya vê digel rewşa niha ya Îranê, daye zanîn niha dema vê hatiye givaşa herî zêde bêxin ser rêjîma Îranê û Amerîka bi şiyan û îradeya xwe vê yekê dê bi ser rêjîma Îranê de bi rê ve bibe.