Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa Dolar li Îranê de ji 202 hezar tumenî derbas bû

13:35 - 24 Tebax 2026

Li berdewamiya daketina nirxa dirafê Îranê li hember Dolar û dirafên din ên biyanî, li sibêdeha roja Duşemî 2 ê Xermananê, nirxa Dolar gihîşte 203 hezar Tûmenî, ev yek li dîroka nirxa Dolar li Îranê de bêmînak e.

Li roja pêştir de jî nirxa dolar li dawiya rojê de 200 hezar û 900 Tûmen bû.

Herwisa Euro li bazara Îranê de bi 236 hezar û 900 Tûmenî hate firotin û her girem zêrê 18 eyar bi 22 milyon û 381 hezar Tûmenî hate firotin û nirxa her sikeyek zêr jî ji 220 milyon Tûmenî derbas bû.

Xuya nîne ku nirxa Dolar dê heta çi astekê bilind bibe û dorpêça kawilker a Amerîka bo ser rêjîma Îranê hêj dest pê nekiriye û egera bilindtirbûna nirxa Dolar gelek zêde ye.