Medyayên ser bi rêjîma Îslamî ya Îranê, ji wan kanala 3 ya televizyona dewletê û nûçeyên Tesnîm, di berdewamiya gefên xwe yên li ser Donald Tiramp û malbata wî de, vîdyoyeke nû belav kirine ku tê de îddîaya şopandina cihê manê û rêka hatûçûna "Barron Tiramp", kurê 20 salî ê Tiramp dikin.
Medyayên rêjîmê wekî qisasê xwîna Elî Xameneyî û malbat wî ku di êrîşên Amerîka û Îsraîlê de hatin kuştin, xelateke 10 milyon dolarî ji bo zanyarî yan kuştina kurê biçûk ê serkomarê Amerîkayê diyar kirine.
Vîdyo bi sernavê "Barron Trump li ku û çawa bê kuştin?" hatine belavkirin û îdîa dike ku bi rêya "nifûza zaniyariyên bêmînak" û keçikeke ku gihîştiye dîtina taybetî ya Barron, zanyarî li ser otomobîlên pasewanî, zanîngeha cihê xwêndinê û peywendiyên wî yên taybet hatine wergirtin.
Pêştir jî medyayên Spahê vîdyoyeke hevşêve li ser cihê hatûçûna Melania Tiramp û nûçeya hewldana terorkirina Lvanka anku Jin û Keça Tiramp belav kiribûn.
Li beramber de, Donald Tiramp pêştir hişyariya tund dabû ku her cure hewlek ji bo armancgirtina wî, dê berteka wêranker bi dû xwe de bîne û dê welatê Îranê bi tevahî li ser erdê rake.