Bilindkirina nirxa bênzîn, li Îranê bo rêjîmê mijarek bi sam e ew ditirsin wek sala 1398 a Rojî, ji vê yekê de serhildanek biqewime, lewma dixwazin hêdî-hêdî vê yekê li rewşa niha ya Îranê de cîbicî bikin.
Li vê derheqê de Muhsin Hacîmîrzayî, serokê ofîsa Mesûd Pizişkiyan ê serkomarê rêjîmê gotiye dê sehmiya bênzîna maşênan li Îranê kêm bikin û ji aliyê din ve nirxa bênzîna azad bilindtir bikin.
Navbirî gotiye nirxa bênzînê ya pişka maşînan naguhere lê nirxa bênzîna azad dê bilind bibe.
Hevdem Îsmaîl Seqab Îsfehanî cihgirê serkomarê rêjîmê û serokê saziya baştirkirin û birêveberiya stratejîk a wize li vê derheqê de huşdarî daye ku nabe nirxa bênzînê nişkê ve bilind bibe û wek sala 1398 em nekevin nav serhildaneke pêşbînînekirî.
Mihemedriza Arif ê cihgirê yekem ê serkomarê rêjîmê tekez kiriye hekî xelk ji bilindbûna nirxa bênzînê nerazî bibe, em nikarin nirxa bênzînê bilind bikin.
Ev yeka dide xuya ku rêjîma Îranê gelek ji serhildana xelkê ditirse û bilindbûna nirxa bênzînê dikare bibe çexmaqeya serhildanek din ku rêjîma îranê renge vê carê bi tepeserkirinê nekare jê rizgar bibe.