Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Radan: Dijmin bi hêcetên aborî, bênzîn û bijêviya jiyanê li pey çêkirina aloziyane di Îranê de

15:47 - 24 Tebax 2026

Ehmedriza Radan, Fermandeyê giştî yê hêza Întizamî ya rejîma Îranê, roja Duşemî, 2ê Xermananê, li civîna fermande û berpirsên Întizamî li parêzgeha Mazenderanê got ku dijmin bi hêcetên wekî bijêviya jiyanê, bênzîn, pirsên aborî û bêkarî li pey çêkirina aloziyê li Îranê deye.

Radan got ku erkê sereke yê yekîneyên taybet yên hêzên Întizamî di warê ewlehî û nezimê de, bi taybetî Polîsa FETA û Polîsa Ewlehiya Giştî, nasîna çalakiyên veşartî li civak û torên civakî û rêgirtin li wan kesêne ku xelkê han didin .

Wî herwisa got: «Şer hîn dawî nehatiye û dijiminan dest ji me nekişandiy li demekê de dijmin dest ji me berdide ku em ji wan bihêztir derkevin.

Gotina wî Pasdarê rejîmê di demekê deye ku qirar e îro Amerîka pekêycek berfireh û quris ji dorpêçên aborî li dijî rejîma Îranê rabigehîne, ev dorpêç dikare bandorên gelek zêde bixine ser aboriya Îranê û di vê pêwendiyê de jiyana rojane ya welatiyan dikeve rewşek dijiwar û egera vê heye ku bi sedema nebaştir bûna rewşa jiyanê, xelk li dijî rejîmê bisekinin û xwenîşandanan lidarbixin, lewma karbidest û pasdarên rejîmê her ji niha ve dixwazin  ku vê rewşê bixin sitûyê welatên ku xwe jêre dibêjin dijimin.