Donald Tiramp, Serokê Amerîka, roja duşemê hevdem legel destpêkirina siza û givaşên nû li dijî rêjîma Îranê ku wî wekî «tundtirîn givaş û sizayên li dijî dijminekî» bi nav kirine nivîsî: «Aboriya Îranê bi temamî di herifîn û têkçûnê de ye.»
Tiramp herwisa raporek ji medyaya «Newsmax» derbarê axaftinên Mihemad Baqir Qalîbaf, Serokê Meclisarêjîma Îranê, li ser zextên aborî yên li ser Komara Îslamî di toreya Truth Social de belav kir. Wî ev nûçe bi sernavê «Em birsî ne, em nikarin li ber xwe bidin» parve kir.
Qalibaf hefteya borî li Bexdayê di civîna çalakvanên aborî yên Îran û Îraqê de gotibû: «Hêza me ya leşkerî çi qasî zêde be jî, eger gelê me birsî be û me tevgera darayî, geşedana aborî û berhemanîna neteweyî nebe, em nikarin li ber xwe bidin.»
Scott Bessent, Wezîrê Xezanedariya Amerîka, li gorî bernameyê dê hûrgiliyên vê operasyona mezin a darayî ya li dijî Komara Îslamî ragihîne.