Binyamîn Netenyaho, Serokwezîrê Îsraîl roja Duşemî 24ê Tebaxê de ragihand ku rêjîma Îranê hewla terorkirina kurekî wî daye, lê ti zanyariyek li derheq dem û cihê hewla terorîstî eşkere nekir û heta eşkere nekir ku kîjan kurê vî kevtiye ber hewla terorîstî.
Binyamîn Netanyaho li hevpeyvîna xwe digel kanala 14 a Îsraîlê de ragihand: “ev dosyeyek ecêb e, paşmaweyên rêjîmê hewl dabûn ku kurekî min bikin armanc û bikujin”.
Binyamîn Netanyaho daye zanîn ku ferman daye saziya Ewlehiya Îsraîlê hemû berbijêrên Serokwezîriyê û malbatên wan biparêzin.
Li heyva Tîrmeha îsal de Komîteya Wezareta Ewlehiya Îsraîl parastina kesîn a “Sara Netanyaho” ya hevjîna Binyamîn Netanyaho û “Yaîr û Awnêr” ên kurên vî, demdirêj kiribû.
Rêjîma Îranê neveşartiye û bi aşkera li ser şaşeyên televîzyom û mediayên xwe ve, helmeta kuştin û terorê û danîna xelat bo terorkirina Tiram û Netenyaho û endamên malbatên wan diweşîne.