Rêxistina Navneteweyî ya Deryavaniyê (IMO) di amarêkê de ragihand ku di heyama şeş mehên borî de, li Kendavê û avên derdora wê, 68 bûyerên ewlehiyê hatine tomarkirin, amarek ku nîşan dide ku nêzîkî her 2 roj û danekê carekê êrîşek li ser keştiyên bazirganî hatiye kirin.
Gefên Komara Îslamî ya Îranê û girûpên wê yên niyabetî tenê zirara madî li beş û navendên aborî nedane, belkû bûne sedem ku herî kêm 20 deryavan û karmendên benderan bên kuştin û 35 kesên din jî birîndar bibin, û di heman demê de kesek jî bêser bûye.
Li gorî vê raporê, niviya van armancan keştiyên nefhilgir bûne. Herwisa keştiyên Kantînêrî bi rêjeya 20 ji sedî û keştiyên veguhestina hewcehiyên din bi rêjeya 15 ji sedî rastî êrîşan hatine.
Ev amar nîşan didin ku Tehran ewlehiya deryayî û jiyana deryavanên navneteweyî kiriye qurbaniya armanc û berjewendiyên siyasî yên xwe li herêmê.