Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihandiye ku ji bo wergirtina zaniyariyên serrast li ser pênc fermandarên Spaha Pasdaran a terorîst, bi giştî 10 milyon dolar xelat diyar kiriye.
Li gorî ragihandina vê wezaretê, Ehmed Vahîdî, Elî Ebdulahî, Seîd Aqacanî, Hemîdreza Leşgeriyan û Mecîd Xademî ev 5 fermandeyên spahê ne ku Amerîka li ser wan agahiyan dixwaze.
Rayedarên Amerîkayî gotine ku ew kesên agahiyên serrast û cihê baweriyê li ser van fermandeyan bidin, ji bilî wergirtina xelata diravî, dê derfeta bicîbûna li cihê ewle jî hebe.
Ev ragihandin di demekê de tê ku di navbera aloziyên vê dawiyê yên navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de, hejmarek ji piledarên bilind ên Spaha Pasdaran a rêjîma Îranê bûne armanca êrişan û hatine kuştin.