Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malnişînkiriyan çendîn kombûnên nerizayetî lidar xistin

12:51 - 25 Tebax 2026

Li roja derbasbûyî de malnişînkiriyên şirketa muxabiratê li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên wek “Kirmaşan û Bîcar”ê  û bajarên wek “Têhran, Ehwaz û parêzgeha Hormozgan” li Îranê, kombûnên nerizayetî lidar xistin û daxwaza mafê xwe kirin.

Wan neraziyan dirûşmên wek “şerxwazî bes e û sifreya me betal bûye” dan û herwisa nerizayetiya xwe li hember pirsgirêkên jiyan û rewşa xizmetguzariyên bîme û dermanan dane xuya û kombûn û rêpîvana nerizayetiyê lidar xistin.

Herwisa wan malnişînkiriyan li derheq kiryarên xwedîpişkên bingehîn ên şirketa muxabirat ên wek “stada birêveberiya fermana xumêynî” û navendên ser bi “damezraveya te`avon” a spaha pasdaran a terorîst li bersivnedan û guhnedan bi daxwaziyên malnişînkiriyan nerizayetiya xwe dane xuya.

Ji aliyê din ve jî werzêrên bajarê Germsarê ser bi parêzgeha Simnanê, li devera nêzî Mihemedabadê de xwenîşandaneke nerizayetiyê li derheq nedana ava hewce bi werzêran lidar xistin û daxwaza mafê xwe kirin.