Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malbateke 4 kesî ku ji 160 milyon tûmenî kêmtir dahat hebe, bin hêla hejariyê de ye

15:25 - 25 Tebax 2026

Li gorî daxuyaniya Seyîd Hemîd Pûrmihamedî di televîzyona fermî de, xercê herî kêm a jiyana malbateke 4 kesî li Îranê de gihîştiye 163 milyon tûmanî. Ev rêje û amara bilind nîşan dide ku gelek karker û karmend ketine binê xêzta desttengî û nedariyê û nikarin pêdiviyên malbata xwe yên rojane bi hêsanî dabîn bikin.

Li gorî zanyariyên fermî, pişka herî mezin a dahata malbatan diçe bo kirêya malan û akincîbûnê anku mesken. Para din a dahatê jî  dimîne bo tevahiya xercên din ên dabînkirina xwarin, derman. Êdî ti karmend û kirêkarek nikare cilûberg û hewcehiyên din bikire, yan digel malbatê serdan û seferan bike.

Herwisa xercên din jî wek veguhastin û hatinûçon tenduristî û derman kelûpelên malê û kinc u pêlav jî ger bête kirin û têra malbatekê hebe, dive wê malbatê kêmtir ji 163 milyon tûmenî kêmtir dahat çinebe.