Li 10 salên derbasbûyî de heqdesta kedkaran pêka Dolar, bi awayekî berçav daketiye bi awayekê ku heqdesta bingehîn a kedkaran ji 232 Dilarî bo 83 dolarî daketiye û ev yeka dide xuya ku heqdesta kedkaran pêka 10 salên derbasbûyî, %270 kêm bûye.
Pêka pîverên navnetewî, ev kedkarên ku dahata rojaneya wan ji 5 Dolarî kêmtir be bi “hejariya zêde” anku “birsî” tê hesibandin.
Li halekê de bi sedema bilindbûna nirxa dolar bo serveyî 200 hezar Tûmenî, piraniya kedkarên li Îranê, heqdesta wan li derdora 100 Dolarî ye û li asta hejariyê de ne.
Sala 1395 a Rojî de heqdesta kedkaran 232 Dolar bûye lê bi sedema derbên aborî û daketina nirxa dirafê Îranê li hember dirafên biyanî de, îsal de heta 83 Dolarî daketiye.
Heqdesta erêkirî ya îsal nêzî 17 milyon Tumen bûye ku bi nirxa Dolarê îro beranber bi 83 Dolarî ye.
Pêka raporên navnetewî, karmend û kirêkar li Îranê bi awayê nêvincî, heyvane 85 dolarî verdigrin û li rêzbendiya welatên ku kêmtirîn dahat hene, li pileya 3yê de ye.
Vê yekê, jiyana malbatên kedkarî betal kiriye û niha beşa herî zêde ya qata nêvincî a civakê jî rastî hejariyê hatine.