Ehmed Şer’i Serkomarê Sûriyê li axaftineke xwe de pêşewazî ji reşkirina navê Sûriyê li lîstê welatên piştevanê terorîzmê kir û got: “Îro Sûriye lekeyek reş li ser xwe paqij dike û demsaleke bi jan ji derbasbûya xwe dide qiraxê daku li rêya geşekirin, nûjenkirin û afirankariyan de pêngavan hilde”.
Amerîkayê li roja derbasbûyê de biryar da biryarên ku li çend dehikan de astengiyên aborî yên gelek dijwar çêkiribûn, hilveşîne. Ev biryar pêngaveke din bo gerimbûna pêwendiyên li navbera wan 2 welatan piştî herifîna rêjîma Bişar Esed tê hesibandin.
Wezareta Derve ya Amerîkayê tevî kêmkirina dorpêçên pêwendidar, gurûpa “Cibehetul Nusre” ku piştre bi navê “Heyeta Tehrîr El-Şam” hatibû naskirin li nav lîstê rêkxiravên terorîstî re reş kir.