Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li hejmareke deverên Têhranê de bênzîn dest nakeve

10:03 - 26 Tebax 2026

Pêka raporên belavbûyî, li çendîn deverên Têhranê de pompên bêznînan ti bênzînek bo dabeşkirinê nebûne û li rojhilat heta başûrê Têhranê de xelk rastî gelek astengî û dijwariyan hatine û nekarîne bênzîna hewce bo maşînên xwe dabîn bikin.

Pêka wan raporan beşeke zêde ji pompên bêznînan li wan deveran de daxistî bûne û rêjîmê jî li vê derheqê de ti rohnkirinek nedaye û xuya nîne ev rewşa dê heta çi demekê berdewam be ku nîgeraniya xelkê jî li pey xwe aniye.

Muhsin Hacîmîrzayî yê berpirsê ofîsa serkomariya rêjîmê, pêştir ragiahndibû kêmkirina pişka diyarîkirî ya bênzînê bo maşînan, dê berdewam be û nirxa vê naguhere, lê nirxa bênzîna azad dê bilind bibe.

Mihemedceifer Qaêmpenah, cihgirê birêveriya serkomarê rêjîmê jî ragiahnd ti bernameyeke rohn û dariştî bo bênzînê nîne û renge sibê yan dusibe ev biryar bê dan.

Rêjîm ji berteknîşandana xelkê li hember bilindkirina nirxa bênzînê gelek ditirse û cerbandina vê li sala 1398 a Rojî de bû sedema destpêkirina xwenîşandana seranserî.