Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tehran dikeve nava tarîtî û bê Berqiyê de

10:10 - 26 Tebax 2026

Li gorî nûçeyên ji Tehranê, krîza tunebûna Berqê ya li Îranê ketiye qonaxek gelek dijwar. Şirketa dabeşkirina Berqê ya Tehranê qutkirina Berqê ya li 22 herêman bi awayekî fermî ragihand. Di vê çarçoveyê de tax û herêmên paytext bi ser 8 koman de hatine dabeşkirin ku dê niha şûn de dê bi dor û rojê tenê çend demjimêran berq hebin.

Ev qutkirina berfireh a berqê ku ji demjimêr 8ê sibêdehê ve dest pê kiriye, jiyana rojane û bazirganiyê rasterast rawestandine. Esnaf, dikandar û kargehên li kertên taybet ji ber tunebûna berqê di germahiya dijwar a meha Xermananê de rasta zehmetiyên mezin hatine û karên wan bi temamî sekiniye.

Bajarî û welatiyên Tehranê acaziya xwe diyar dikin û dibêjin ku rêveberî di dabînkirina pêdiviyên bingehîn ên welêt de şikest xwarine ‘û şiyana birêveberiya welat nînin. Ev krîza enerjiyê wek kêmiya Berq, Gaz, şewata maşînan wek Gazoîl û Benzînê û rewşa xerab a aborî hêrsa xelkê Îranê û bi taybet Tehrana paytext zêde dike û bertekên tund ên civakî di nav raya giştî de çêdike.