Roja Sêşemî, 3ê Xermanana1405ê, bi hilkefta heştemîn salvegera şehîdbûna ,Şerîf Bacwer û hevalên wî, rêûresima bîranîna wan şehîdan li goristana şehîdan li Daseyrana Merîwanê bi beşdariya welatiyan bi şan hat lidarxistin.
Ev rêûresim bi hebûna çendîn beşên cuda weke pêşkeşkirina helbestan, sirûdên netewî, ku beşek ji wan sirûdan ji aliyê koma sirûdê ve ku keçên Kurd bi cilûbergên Hewrî sirûd pêkeş kirin, û herwisa di berdewamiya rêûresimê de çend birgeyên din hatin pêkeşkirin.
Heşt sal berî niha, di 3ê Xermanana sala 1397a Rojî de, di dema şewitîna daristanên derdora gundên Pêle û Selesî de, Şerîf Bacwer, Omîd Konepoşî, Rehmet Hekîmînya û Mihemed Pejûhî ji bo temirandina agir û parastina daristanên vê deverê ber bi cihê şewatê ve çûn û di wê rêyê de canê xwe ji dest dan.
Ew çar çalakên parêzvanê jîngehê, bi destên vala û bi kêmtirîn amûran, li dijî pêlên agir rabûn û canê xwe di rêya parastina jîngeh û daristanên Kurdistanê de gorî kirin.
Xelkê bajarê Merîwanê û welatiyên Kurdistanê bi beşdarbûn di vê rêûresimê de li goristana şehîdan li Daseyranê, bîranîn û navê Şerîf Bacwer û hevalên wî bilind ragirtin, û emega xwe bo şehîdên jîngehê carek din nîşan dan.