Fermandarê «Hêzên Sûriyeya Dêmokratîk» bi rêberiya kurdên Rojavayê Kurdistanê, roja sêşemê ragihand ku ev grûp fermî hat hilweşandin.
Mazlûm Ebdî li vê derheqê de got: Şert û Merc hatine guhartin û welat ketiye qonaxeke nû
Li gorî nûçeya Associated Press, Mazlûm Ebdî, fermandarê «Hêzên Sûriyeya Dêmokratîk», di civîneke rojnamevanî de li Qesra Serokatiyê li Demişqê got ku Hêzên Sûriyeya Dêmokratîk ên proseya têkelbûna bi artêşa Sûriyeyê re bi dawî anîne û ji naha pê ve wek hêzeke serbixwe kar nakin û dibe beşek ji artêşa Sûriyê.
HSD di meha kanûna paşîn de, li ser êrîşa hêzên dewletê, beşeke mezin ji herêmên bin kontrola xwe li bakurê rojhilatê Sûriyeyê ji dest da û paşê peymanek bo tevlîbûna bi artêşa Sûriyeyê re îmze kir.
HSD demekê hevkarê sereke yê Amerîkayê li Sûriyeyê bû û di şerê dijî (DAÎŞ) de bi Amerîkayê re hevkarî dikir. Lê piştî sernixûniya Beşar Esed, di kanûna pêşîn a 2024an de, Amerîka peywendiyên nêzîk bi hikûmeta nû re li Demişqê çêkirin.
Ebdî got «Hêzên Sûriyeya Dêmokratîk di yek ji serdemên herî dijwar ên dîroka Sûriyeyê de, berpirsiyariyeke giran kêşa ser milên xwe.» Wî zêde kir: «Îro merc hatine guhartin û welat ketiye nava qonaxeke nû, qonaxeke li ser bingehê beşdarbûna di avakirina Sûriyeya nû de.»
Bi hilveşandina HSD ku parek ji Kurdan hivî pê hebûn, mixabin pirsa Kurd li Rojavayê Kurdistanê piştî 15 salan desthilata xweser a Kurdan, vegeriya ser xala sifir.