Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Helwêsta tund a Firansa û Erebistanê li ser bernameya navkî a rejîma Îranê

11:06 - 26 Tebax 2026

Erebistan û Firanse li daxûyaniyekî hevbeş de li dawiya sardana fermî a Şehzadeyê cênişîn ê Erebistanê bo Parîsê, tekezî li ser hewcehiya çareserkirina danûstandinên pirsgirêka navkî a rejîma Komara Îslamî kiriye.

Li gorî wê daxûyaniyê ku piştî kombûna Mihemed bin Selman û Êmanoêl Makron, Serkomarê Firanse, ku roja Duşemî hate belavkirin, herduk welatan pabendbûna xwe bi (Çareseriya Dîplomasî ku sirûşta aştiyane a bernameya navkiya Îranê misoger bike) dubare kir.

Li vê daxûyaniyê de hoşdarî bi rejîma Îranê hatiye dan ku dibe tev hevkariyên ligel ajansa Navnetewî a wizeya navkî dest pê bike.

Herduk welatan li vê daxûyaniyê de, êrîş kirina ser keştiyên bazirganî û nefithilgir li tengava Hormozê û gefkirin li asayşa rêrevên avî ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kirin û tekezî li ser hewceya vegerandina hatinûçûn li vê rêrewa sitratejîk bo rewşa pêş 9ê Reşemê de kirin.

Li gorî wê daxûyaniyê, herduk welatan bi diyarîkirî piştî azadiya deryavanî, hatinûçûna serûber a keştîwanî û nebûna tu bacek yan sînordarkirina rastewxwe û nerastewxwe li ser derbasbûnê kirin.