Can Hêlî Wezîrê Xezînedariya Birîtaniyayê ragihand ku Birîtaniya li kêleka Amerîka û hevpeymanên xwe, givaşa aboriya bo ser rêjîma Îranê de, dê berdewam bike û dê hewla vekirina dubare ya tengava Hormozê bo rawestan li hember kiryarên metirsîdar ên Îranê bide.
Can Hêlî bi belavkirina daxuyaniyekê da zanîn, ji destpêka karê kabîneya nû ya Birîtaniyayê ve heta niha, zêdetir ji 240 dorpêç bi dijî rêjîma Îranê ragihandine, navbirî da zanîn ku ev dorpêç li berteka kiryarên rêjîma Îranê de ragihandine ku li ser ewlehiya xelkê û Birîtaniyayê bûne gef.
Wezîrê Xezînedariya Birîtaniyayê mukum e li ser rêgirîkirin ji rêjîma Îranê ku nekare mifahê ji aboriya cîhanî an sîstema malî ya Birîtaniyê verbigre û bo pêşxistina bernameya navkî û kiryarên alozker bi kar bîne.
Wezîrê Xezînedariya Birtîtaniyaê tevî daxwazkirin ji rêjîma Îranê bo dawîanîn bi kiyrarên şerxwazane û alozker û destpêkirina danûstandin digel Amerîkayê, tekezî li ser hevkarîkirina xwe digel hevpeymanan bo vekirina dubare ya tengava Hormozê kir û ragihand dê karê hewce bo rawestan li hember kiryarên metirsîdar ên Îranê bike.