Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîmê belavkirina amara hejariyê weke pirsekî ewlehî ragîhand

13:44 - 26 Tebax 2026

Berdevka hikûmetê Fateme Mohajêranî ragihand ku ew nikare amarên piştrast a derbarê hejariyê ku di Îranê de hatiye pêş rabigehîne û ev kirîz wekî mijareke girêdayî şêwra bilind a ewlehiya netewî da zanîn. Mohajêranî diyar kir ku agahiyên wiha girêdayî pirsa ewlehiya rêjîmê ye û tenê saziyên fermi û rêpêdayî dikarin wan amaran belav bikin.

Ev gotinên Mohajêranî rê xweş dikin ku rêjîm nihapêde çalakvan û xelkê bi sûçê ewlehî bigrin û siza bidin ku renge tenê li cihekê, yan li torên civakî de behsa bo mînak giranbûna nirxa Rûn, Birinc, Nan û xwarinên din, yan bênzînê bikin.

Wate baskirin li ser felaketa abûrî jî wek sûç û renge wek dijmin bête hisab û bikefin ber sizayan.

Ji aliyê din, aborînas Sadeq El-Hosêynî hişyarî da ku berdewamiya vê rewşa aborî ya dijwar dikare bibe sedema alozî û nerazîbûnên mezin ên civakî. El-Hosêynî ji bo rêgirtina li van aloziyan daxwaza guherîna bihayê benzînê kir. Lê belê rexnegir balê dikişînin ser ku ev biryar dê barekî girantir bixe ser milê xelkê, di demekê de ku sedemên sereke yên qeyranê şewitandina çavkaniyên, gendelî û qaçaxçiya birêxistinkirî ne.

Li gorî raporên nefermî û çavkaniyên herêmî, niha zêdetirî 30 milyon welatî li binê xeta hejariyê de ne û bi milyonan kes jî di nav belengaziya tam de jiyana xwe didomînin.