Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dorpêça bo ser rêjîmê berdewam e û ti danûstandinek jî nayê kirin

16:51 - 26 Tebax 2026

Piştî belavbûna hinek raporan ji aliyê Pakistanê ve li derheq pêşniyara Amerîka bo danûstandin digel paşmaweyên rêjîma Îranê, Koşka Sipî bi rohnî daye zanîn dorpêç bi tevavî bi rê ve diçin û Amerîkayê ti bernameyek bo destpêkirina danûstandin digel rêjîma Îranê nîne.

Pakistanê bi belavkirina raporekê îdia kiribû ku Amerîkayê pêşniyara sekinandina dorpêçan li hember vekirina tengava Hormozê û sekinandina kiryarên milîsên ser bi rêjîmê daye.

Koşka Sipî ev îdiaya bi tevavî red kir û da zanîn ku ti bernameyek bo danûstandinê nîne.

Ji aliyê din ve CENTCOMê avên navnetewî ya tengava Hormoz ji mînan paqij kiriye û hoşdarî jî daye rêjîma Îranê ku her hewlek bo danîna mînan li avê kendavê, dê rastî êrîşa serbazî bibe.

Amerîka li ser vê baweriyê ye ku givaşên nû dê karlêkerî û bandorek mezin hebin û dê encam hebe.