Donald Tiramp bi belavkirina peyamekê de wêneya rûpeleke rojnameya New York Post a li jêr navê "Şer bo Îranê" ji nû ve belav kir, ku îşare bi givaşên giran ên li ser rejîma Îranê li encama dorpêçên nû yên Amerîkayê dike û ji bo nîşandana rewşa aborî ya Îrana jêr desthilata paşmaweyên rêjîmê de peyva “çirijî” bi kar tîne.
Herisa Donald Tiramp wêneyeke rûpela New York Post a bi navê “marê jehrî” ku wêneya Mucbeta Xamineyî li ser bûye, li tora civakiya “Truth Social” de, li jêr navê "Amerîka Cîhanê tîne ser vê bawerê ku derbeya dawî ya aborî li Îrana îflaskirî bide û vê ji axundan rizgar bike”, belav kir.
Serkomarê Amerîkayê çend demjimêran pêştir jî peyameke din li tora civakiya “Truth Social” de belav kiribû û dabû xuya ku hêzên Deryayî yên Amerîkayê bi vî ragihandine tevaviya mînên li avên navneteweyî yên li Tengava Hormozê de hilgirtine an teqandine.