Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Egera vê heye li heyama çend heftiyan de paşkevta şewat li Îranê tevav bibe

17:52 - 26 Tebax 2026

Pêka raporên belavbûyî bi sedema bikaranîna zêde ya şewata paşkevtkirî bi taybet a bêzînê li Îranê, egera vê heye li heyama çend heftiyan dahatî de ev paşkevt xelas bibe, lewma karnasên rêjîmê li vê derheqê de huşdariyê didin.

Pêka amarên belavbûyî, rêjîma Îranê bi tenê dikare rojane 120 milyon lîtir bênzînê berhem bîne û şewata hewceya rojane jî zêdetir ji 135 milyon lîtir li rojê de ye û hekî rêjîm nekare bênzînê hawirde bike, dê kirîza destnekevtiona bênzînê gelek zêde bibe.

Dabînkirina rojane 15 milyon lîtir bênzîn bo şewata navxweyê Îranê bi rêya hawirdekirin li rewşa niha de ku dorpêçên kawilker derfeta hawirdekirina bênzînê nade û Rûsiye jî bi sedema teqîna navendên berhemanên neftî nikare vê bo rêjîmê dabîn bike, lewma ev yek bo rêjîma Îranê gelek zehmet e û bênzîna paşkevtkirî jî renge li çend heftiyan de tevav bibe.

Vê yekê dijheviyeke zêdetir xistiye navbera spaha pasdaran a terorîst û kabîneya rêjîmê, berpirsên rêjîmê dixwazin bikaranîna bênzîna paşkevtkirî berdewam bikin ku bi awayek bikarin nigeraniya xelkê li derheq destnekevtin û bilindbûna nirxa vê çareser bikin, lê spaha pasdaran dixwaze vê bênzîna paşkevtkirî bo hewcehiyên din ragire.