Ji îradeya Siyasî ber bi îradeya neteweyî: Stratejîya avakirina Serwerîya Neteweyî
N. Nezîr Akat
Têkoşîna neteweyî ne tenê pirsgirêka parastina nasname, ziman û çandê ye, di heman demê de pirsgirêka rêxistina ji bo îradeya neteweyî û ya pêkhateyên Kurdistanê ye . Neteweyek dikare xwedî dîrok, bîranîn, ziman û hişmendiya hevpar be, lê heger hêzên hevpar rêxistineke civakî û siyasî neafirînin, îradeya neteweyî dê nikaribe hêza çarenûsa siyasî bi awayekî aktîf ava bike.
Di vê pêvajoyê de pêwendîya serwerîya neteweyî û rêxistina ji bo têkoşîna neteweyî dibin du aktorên sereke. Serweriya neteweyî armanca siyasî ya îradeya neteweyî ye, rêxistin jî wek amurek sîyasî vê îradeyê wek hêzeke kolektîf lihev dihûne.
Serwerîya neteweyî bêyî îradeya neteweyî pêk nayê, îradeya neteweyî bêyî rêxistinê nikare bibe hêza siyasî ya biryardêr û rêxistina tekoşîna neteweyî jî bêyî beşdarîya aktorên neteweyî-sîyasî nikare îradeya civakê bi awayekî berdewamî û domdarî, bi îradeya neteweyî ve bi encam bike.
Rêxistina sîyasî û hevkariya neteweyî
Rêxistin tenê damezrandina partî, dezgeh, komele an komîteyekê nîne. Di wateya siyasî de, rêxistina neteweyî pêvajoyeke ku kes, kom û sazî li dora armancên hevpar dicivîne, kar û berpirsiyariyên wan dabeş dikin û kordînasyona hêzên cuda ava dikin.
Bi vê armancê tekoşîna neteweyî bi pêdiviya rêxistina hêzan heye. ger aktorên cuda yên sîyasî bêyî armanc û kordinasyonê herkes bi tena xwe bixebitin, dê ji hêza hevbeş bidûr bikevin û dikarin jar û belav bibin, lê heger yek rêxistin bixwaze hemû civakê di bin kontrola xwe de bigire û organîze bike, piralî, pirrengî, pirdengî û kapasîteya civakî ji dest dide. Ev metod û şêweyê têkoşînê di stratejîya tevgera Kurdistanî de bi girseyî cî girtîye û ev şêwe jî bûye astenga sereke li pêşîya avakirina rêxistina neteweyî.
Di tekoşîna neteweyî de modela guncaw “rêxistina rêxistinan” e: aktorên cuda dikarin serbixwe bimînin, ev wek helwesteke xwezayî dikare şîrove bibe, lê di mijarên bingehîn ên neteweyî de hewceye ew bibin beşek ji avakirina mekanîzmayên hevkariyê û kordinasyona neteweyî.
Taybetmendiya Kurdistanê û aktorên neteweyî
Di çarçoveya tekoşîna neteweyî de, mijar ji kategoriyên çîn û qatan bidûrketî ye. Çîn/sinif di analîza civakê de bêgûman girîng in, lê neteweyek ji çînên cuda pêk tê û dikare li ser armancên hevbeş yên neteweyî xwedî berjewendiyên hevpar bin. Nimûneyên vê perspektifê li dinyayê û li Kurdistanê, bi helwestên berhemdar, serkeftî û di pozîsyongirtina hêzên neteweyî de, di hevbeşîya mafan de wek stratejîyek pozîtif û erênî hatîye şîrovekirin.
Li vir pirs eve, ji nav civata neteweyekî kîjan hêz dikarin di avakirina îradeya hevpar a neteweyî de beşdar bibin? Bersîva vê pirsê li gor çand, dîrok, hişmendîya neteweyî û civakî helwesta hêzan ji hev cuda ne. Lê gelemperîyek hevpar heye, ku netewe ji hêzên cuda pêk tê û azadîya neteweyî bi hevkarîya van hêzan ve bi avakirina îradeya neyeweyî ve pêk tê.
Di rewşa civakî ya Kurdistanê de ev pirs herroj bêtir bi gîrîngî û taybetî di rojeva sîyasî ya civata neteweya kurd de cî digre. Di Kurdistanê de ev mijar taybetî girîng e. Dîroka civakî ya Kurdistanê bi yek modela civaka endustriyalî ya homojen nayê ravekirin. Di gelek deveran de malbat, eşîr, ol, dergehên olî, gund, herêm, bazar û têkiliyên civakî yên kevneşopî di avakirina têkiliyên civakê de roleke girîng lîstine.
Ji bilî partî û rêxistinên siyasî, eşîr, malbatên neteweperwer, rewşenbîr, kesayetiyên civakî, şêx, mele û bawermendên neteweyî yên ku ne dijî baweriyên cuda ne, hemû dikarin di avakirina îradeya neteweyî de rolekê bilîzin.
Li vir girîng e pênase bibe ku, beşdariya van aktorên neteweyî, nayê wateya ku eşîr, malbat an sazîyên olî dibin desthilatdarên siyasî yên neteweyî. Rola wan divê di çarçoveya peymana sîyasî ya neteweyî de li gor yeksanîya dadwerîya gerdûnî, piralî, û pirrengîya civatê, bi armancên neteweyî yên hevpar ve di bin sîvana rêxistina hevbeş de misoger bibe û bi hev re bibin îradeya sîyasî ya neteweyî.
Bi vê şêweya rêxistinî, bawerî û bawermend, bi neteweyîbûn û neteweparêzan re lihev kirîn e. Kes dikare bawermendê olî be û di heman demê de xwedî hişmendiya neteweyî be. Di rewşa civakî û çandî ya Kurdistanê de, ev rastîyeke neteweyî ye. Ji bo hevkariya neteweyî yekbûna baweriyan ne hewcey e, lewra zêde bawerî li Kurdistanê hene, lê hevpeymana maf û azadîyên neteweyî, olî û bawerîyên cuda, armanca biryardêr e û di berhevkirina hêzan de metodeke serkeftî xuya dibe.
Armanca tekoşînê û Serweriya neteweyî
Serweriya neteweyî divê ji serdestîya yek partî, yek serokî, yek eşîr, malbat yan jî ji ideolojiyekê cuda were ravekirin. Formên dewletbûnê bixwe dikare wek Amoreyên ji bo pêkanîna serweriya neteweyî bên pênase kirin, lewra têgeha serweriya neteweyî ji statuya formên dewletê firehtir e. Lewra her formên Dewletê wateya serwerîya neteweyî îfade nake. Li vir pirs ne mijara mafê neteweyî Ya avakirina dewleta xwe ye. Pirsa sereke ya serwerîyê ye. Ji ber vê yekê, serweriya neteweyî û dewleta serbixwe ne hevwate ne.
Ji ber vê yekê, serwerî û rêxistina neteweyî di pêvajoyeke dînamîk de bi hev re pêwendîdar in. Lewra tekoşîna neteweyî ne yekrengiya siyasî ye, ew bixwe hevahengiya stratejîk ya tevgera neteweyî û pêkhateyên Kurdistanê ye. Neteweyek dikare xwedî partî, ideolojî, bawerî û rêxistinên cuda be. Ya bingehîn li vir, cudahiyan bi peymana maf û armancên neteweyî ve bi mekanîzmayên hevkariyê ve avakirina sîvana îradeya neteweyî ya sîyasî ye. Bi awayekî din, ew kordînasyon û kapasîteya aktorên cuda ye ku helwestên wan di nav îradeyeke neteweyî ya hevpar de dicivîne. Serweriya neteweyî di wateya siyasî de têgîna ku neteweyek xwedî maf û kapasîteya diyarkirina çarenûsa siyasî, civakî, çandî û aborî ya xwe ye.
Em dê bêjin, serweriya neteweyî armanc e, rêxistin amoreye û sîvana aktorên neteweyî jî hêza pêkanîna wê ye. Ger armanc hebe lê kordinasyon tune be, hêz belav dibe. Heger kordinasyon hebe lê peymana armancên hevbeş tune be, rêxistin dikare bibin komên cuda yên otonom yên rikberên hev. Heger herdu hebin lê kapasîteya çalakiyên civakî û neteweyî tune bin, rêxistin nikare bandora siyasî biafirîne û temînata domdarîya neteweyî misoger bike.