Wezareta Derve ya Amerîlkayê bi belavkirina daxuyanuyekê li tora civakiya “X” de tevî îşarekirin bi alozbûna rewşa ewlehî û zêdebûna dijheviyan li Rojhilata Navîn, huşdarî da xelkê xwe, li egera hatinûçona bo vê deverê, xalên ewlehî û xweparastinê berçav bigrin.
Li vê daxuyaniyê de huşdarî hatiye dan ku rewşa tejî nearamî ya ewlehiya Rojhilata Navîn her berdewam e û egera zêdebûna dijheviyan gelek zêdetir bûye û egera vê jî heye rêyên esmanî bêne daxistin an firîna balafirên rêvîngî bêne sekinandin.
Herwisa li vê daxuyaniyê de tevî îşarekirin bi şerê Husiyan digel Erebistanê, daxwaz ji xelkê xwe kiriye kesên ku serdana Rojhilata Navîn dikin, zanyariyên nû yên taybet bi karê balafirxaneyan û şirketên rêvîngî yên esmanî berçav bigrin.
Wezareta Derve ya Amerîkayê Huşdarî daye ku egera vê heye welatiyên Amerîka û navendên dîplomatîk ên Amerîka li Rojhilata Navîn û hete derveyî vê deverê bikevne ber êrîşên rêjîma Îranê an milîsên ser bi vê rêjîmê.