Riza Nûranî, serokê sendîkaya berhemên werzêriya Îranê ragihand, Îmaratê zêdetir ji 200 kantînerên 40 fûtî yên sarker ku hilgirê derdora 4 hezar ton Êmîş û Pincarê hinardeya Îranê bûye, vegerandiye û nirxa wan berhemên werzêrî zêdetir ji 3 milyon Dolarî ye.
Pêka gotina Riza Nûranî, ev hinardeya Îranê li derdora girava Ebûmûsa de sergerdan e û heta niha Îmaratê li vê derheqê de ti rohnkirinek nedaye.
Vegerandina wan berhemên werzêriyên Îranê li halekê de ye ku dorpêça deryayî û sekinandina danûstandinên ticarî yên Îmaratê digel rêjîma Îranê berdewam e.
Piştî êrîşa mûşekiya rêjîma Îranê bo ser gemiyên Îmaratê, berpirsên wî welatî hemû pêwendiyên xwe yên ticarî û malî digel rêjîma Îranê bo heyameke nexuya sekinandin.
Egera rizîbûn û jinavçona wan berhemên werzêrî li wan kantîneran de heye ku bi sedema şerxwazî û fitneyên rêjîma Îranê, nehatine firotin û ev jî xisareke din a malî ya çend milyon Dolarî ye.