Yeketiya Pîşeyî ya Mamosteyên Kurdistana Îranê bi minasebeta destpêka sala nû ya xwendinê ya 1405-1406an, daxuyaniyek belav kir û tevî behskirina krîzên siyasî, aborî û perwerdehiyê yên rejîma Komara Îslamî, tekez kir ku mafê perwerdeyê, mafekî bingehîn ê her zarokekî ye.
Li destpêka daxuyaniyê de hatiye: "Lê dema ku em li yekê rezberê nêzîk dibin ku perwerde li Îranê, zêdetir ji her demeke din, ji rêrewa xwe ya xwezayî û mirovî dûr ketine."
Li beşeke din de hatiye destnîşankirin ku "krîzên siyasî, civakî, aborî û leşkerî yên sala borî, jiyana gel û bi taybetî ewlehî, perwerde û paşeroja zarok û ciwanan xistine ber metirsiyê."
Li beşeke din de behsa rewşa perwerdehiyê ya Kurdistanê hatiye kirin û hatiye nivîsandin: "Ev rewş li Kurdistanê, ji ber bêparhiştina dîrokî, kêmbûna derfetan, lawaziya jêrxana perwerdehiyê û kîşeyên aborî yên malbatê, girantir e."
Heriwisa hatiye nivîsandin: "Xwendekar û qutabiyên Kurdistanê salane ku li gel cudahî û neheqiyê li warê perwerdeyê de rûbirû ne û krîzên nû jî zêdetir barê wan giran kirine."
Yeketiya Pîşeyî ya Mamosteyên Kurdistana Îranê li ser wê baweriyê ye ku "bûyeran careke din nîşan dan ku li dema krîzan de, paşeroja nifşê nû bi hêsanî dibe qurbana biryarên siyasî û leşkerî yên neberpirsiyar."
Mamosteyan bi zelalî ragihandin ku beşeke sereke ya van krîzan encama siyasetên xelet û nekêrhatî yên Komara Îslamî ye.
Heriwisa li beşeke din a daxuyaniyê de hatiye nivîsandin ku "Kurdistan hemî dem yek ji wan herêman bûye ku çalakên sivîl, pîşeyî û civakî tê de rûbirûyî zext û çavdêriya ewlehiyê ya zêdetir bûne."
Li wê daxuyaniyê de behsa wê hatiye kirin ku "ti zarokek nabe ku ji ber ziman, netewe, regez, cihê ji dayikbûnê yan rewşa aborî û civakî, ji perwerdeya bêberanber, wekhev û kalîteyeke bilind bê bêparkirin."