Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berfireh û zêdekirina çanda bi serbazîkirina qutabxaneyan li Îranê de

10:25 - 20 Îlon 2026

Li deve devê destpêka sala nû a xwendinê de, rêkarên Komara Îslamiya Îranê bo ewlehî û serbazîkirina rewşa qutabxaneyan zêde kiriye.

Raport îşare bi beşdarîpêkirina zarokan li bernamên serbazî, zêdekirina çalakiyên besîcî ên xwendekaran perwerdehiya serbazî li nav qutabxaneyan de dikin.

Li hinek qutabxaneyên Bender Ebasê de, daxwaz li malbatên xwendekar û qutabiyan hatiye kirin ku qutabî bi pilaka nasandina hevşêweyê pilaka şer ve bo qutabxaneyê bêne hinartin.

Hevdem pirojeya (Yawerên Wilayet) besîcên qutabiyan bo pêgehandina hezaran (Fermandên Qutabî) xistiye ger.

Spaha pasdaran û Besîc li Tehranê manora (Fîdayî yên Îranê) birêve birin ku dîmen nîşan didin zarok û nûgihan têde beşdarî hebûne.

Damezravên pîşeyî yên mamostayan wê pirosê şermezar dikin û li ser zêdekirina tundûtîjî û îdolojiya desthilatê li navbera zarokan de hoşdarî dane.

Komara Îslamî li salên derbasbûyî de bi berfirehkirina rahênana serbazî û çalakiyên Îdolojî li qutabxaneyan de, zarok û nûgihan pitir li berê anîne nav bernamên serbazî û pirûpagendeyî de, piroseyek ku keşa qutabxaneyan li jîngehek perwerdehî ve guheriye bo meydanek bo zêdekirina çanda serbazgehî û wefadariya îdolojî bo desthilatê.