Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirkiye piştgîriya xwe bo Erebistanê li hember Husiyan, da xûya

14:59 - 20 Îlon 2026

Hakan Fîdan, Wezîrê Derve ê Tirkiyê piştgîriya xwe bo Erebistanê da xûya û ragehand belkî Erebistana Siûdî piştî êrîşa Husiyên Yemenê rûbirûyê pêdawîstiyên serbazî bibin û Tirkiye li çarçêweya hevpeymana berevanî a Mekkê, piştevanî li wî welatî dike.

Roja Şemî 28ê Xermananê, Hakan Fîdan ragehand ku rakêşana Erebistanê bo nav şerê navbera Amerîka û Îranê qebulkirî nîne û Erebistan meyla wî tevlîbûn li wê şer û aloziyan de nîne.

Ji aliyekê din ve, Husiyên Yemenê ku li jêr ferman û çavedêriya rejîma Îranê de çalakiyan dikin, li du bereyan alozî ligel Erebistan û dewleta yasayî a Yemenê pere pê daye.

Husiyan beşeke qiraxavên deryaya sor, ji wan rêrewa sitratejîk a Babulmendeb xistine jêr kontirola xwe de.

Li hember de arteşa Yemenê, li heftiya derbasbûyî de çend deverên jêr kontirola wê girûpê azad kirine û zirarek zêde pê gihandin.

Hevdem Pakistanê jî li çarçêweya hevpeymaniya berevaniya Mekkê de, pêbendbûnêkî hevşêwe bo berevanîkirin li Erebistana Siûdî daye xûya.

Rejîma Komara Îslamî bi piştevaniya darayî û locîstîkî Husî pirçek kirine û li Tengava Babulmendebê de mijûlê çeteyî û bacwergirtinê ne.