Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Husiyên Yemenê gefa êrişkirina bo ser Pakistan û Tirkiyê dikin

10:21 - 20 Îlon 2026

Piştî axaftina Hakan Fîdan, Wezîrê Derve yê Tirkiyê li derheq amadebûna Tirkiyê bo gihandina alîkariyên teknîkî û serbazî bi Erebistanê, Endamekî birêveberiya milîsên Ensarullah ku bi Hûsiyên Yemenê têne naskirin û ser bi rêjîma Îranê ne, gefa êrîşkirina bo ser Pakistan û Tirkiyê kir.

Wî endamê birêveberiya Hûsiyan gotiye ku me peyamek bo Pakistan û tirkiyê şandiye ku rêz ji xwe bigrin, herwisa wî milîsê ser bi rêjîma Îranê îdia kiriye ku wan Tirkiye û Pakistanê haydar kirine ku hekî ev piştevaniyê li Erebistanê bikin, em dê êrîşê bikne ser wan û wan siza bidin û destên me wekî Pola bihêzin”.

Îdia yên wî milîsê ser bi rêjîma Îranê li halekê de ye ku lihevkirineke ewlehî li navbera Erebistan, Tirkiye û Pakistanê de heye û pêka vê lihevkirinê, êrîşa bo ser her yek ji wan bi wateya êrîş bo ser wan 3 welatan tê hisêb.

Rêjîma Îranê bi salane Husiyên Yemenê wek alavekê bo aloz kirina deverê û têkdana ewlehiya deryayî li deryaya Sor û Babulmendebê bi kar tîne.