Mesûd Pizişkiyan, serkomarê rêjîma Îranê li roja derbasbûyî de daxwaza dawîanîna bi şerê digel Amerîkayê kir û îdia kir şer bo her demekê rêçare nîne, girêyek ku em dikarin bi destên xwe vekin, nabe li pey vekirina vê bi diranê xwe bin.
Li halekê de pîlnên gemar ên kuştina xelkê medenî li odeyên tarî yên rêjîmê de têne dariştin û gefxwarinên rêjîmê li xelkê û welatên cîran û cîhanê berdewam e, serkomarê çewtekar ê rêjîmê êdia dike ku dikarin bi birêveberî û hişmendiyekî mentiqî ji rewşa niha rizgar bibin, û Pizişkiyan careke din berevanî li lihevkirina demkî ya li navbera Amerîka û rêjîma Îranê li Îslamabadê de kir.
Daxwaza sekinandina şer a serkomarê rêjîmê li halekê de ye beşek ji berpirsên din ên rêjîmê, lihevkirina digel Amerîkayê rexne dikin.
Herwisa îdiayên Mesûd Pizişkiyan li halekê de ye ku dorpçên aborî û deryayî, rêjîma Îranê neçar bi îtirafkirina bi karlêkerî û bandora vê kirine.