Rewşa kêmiya şewata maşînan li bajarên cuda yên Îranê û bi taybetî dirêjbûna rêzên li pêşiya benzînxaneyan ji bo welatiyan bûye pirsgirêkekî mezin. Li bajarê Karacê, welatî neçar in bi çendîn demjimêran di nav rêzên bi kîlometriyan dirêj de bisekinin da ku kêmek benzîn an gazoîl bi dest bixin.
Ev kirîza dijwar û kêmbûna şewatê rasterast encama dorpêçên aborî yên navneteweyî ye ku li ser rêjîma Îranê hatine sepandin. Ev dorpêç astengiyên mezin di beşên berhemanîn, veguhestin û dabînkirina şewata navxweyî de çêdikin û aborî û jiyana xelkê welat xistine rewşek pir aloz.
Ji ber van zextên berdewam û nebûna çareseriyan, dengê nerazîbûna xelkê roj bi rojê bilindtir dibe. Welatî diyar dikin ku nîvê jiyana wan di rawestiyana di sef û rêzên hewcehiyan de derbas bûye. Berfirehbûna kirîza sotemeniyê û xirabiya rewşa aboriya xelkê dikare bibe sedema destpêkirina xwenîşandan û serhildanên nû yên civakî li seranserê welat, lewra rêjîm ji lêdana çexmaxê serhildanê ditirse û gorî raporan piraniya şeqamên bajarên wek Tehranê bi danana hêzên tepeserkar û çekdar militarize kirine.