Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qirare Îro danûstandina li navbera Amerîka û rêjîmê dest pêdike

10:24 - 3 Tebax 2026

Donal Tiramp, Serkomarê Amerîka ragihand ku danûstandina Amerîka digel paşmaweyên rêjîma Îranê li roja Duşemî 3ê Tebaxê dê dest pêbike, lê ti zanyariyek li derheq cihê birêveçona danûstandinan û heyeta danûstankar û derfeta diyarêkirî bo bidestveanîna lihevkirinê, belav nekiriye.

Serkomarê Amerîka li roja derbasbûyî de li hevpeyvîn digel nûçegihanan de ragihand ku zêdetir dixwaze lihevkirinek bê kirin û li pey kuştina xelkê nîne.

Donald Tiramp pêştir jî ragihandibû êrîşa ku qirar bû bo ser paşmaweyên rêjîmê bê kirinê, bi hêviya bidestveanîna lihevkirinekê bo vekirina tengava Hormozê û çareserkirina pirsgirêka bernameya navkiya vê rêjîmê sekinandiye.

Her di vê derheqê de medyayên rêjîmê jî îşare bi hevpeyvîna têlêfonî ya Ebas Îraqçî digel Wezîrê Derve yê Erebistanê û Fermandeyê Artêşa Pakistanê li ser hewlên dîplomatîk kirine.