Dahat û hiqûqê welatiyan li hemberî bihabûna hewcehiyên rojane û krîza aborî êdî têra pêdiviyên bingehîn ên jiyanê nakin. Hêza kirînê ya xelkê rojane dadikeve û hejmara kesên ku dikevin binê xeta hejariyê gelekî zêde dibe. Bihabûna dolar, giranbûna şewatê, û xercên bilind ên jiyanê barê malbatan gelekî giran kirine.
Ev rewşa aloz bi taybetî li ser esnaf, firoşyar û karkerên ku li deverên cuda yên welat dixebitin bandoreke rasterast û xirab dike. Gelek karsaz ji ber tunebûna mişteriyan û bilindbûna xercên kirê û peydakirina tiştan di bin zextên giran de ne. Beşeke mezin a civakê li hemberî vê krîzê bêhêvî dibe, çünkü dahata heyî tenê ji bo çend rojan bes e.
Hiqûq û dahatên kêm nikarin li hember bihayên nû yên bazara azad bersivder bin. Jiyana rojane ya welatiyan dijwartir dibe û bazar kesade.
Dahata karmend û kirêkaran heyvane herî zêde 20 heta 25 milyon tumen e, gorî dawî amaran xercê malbatekî 4 kesî aliyê kêm pitir ji 160 milyon tûmenî ye û ger heçî malbatekê ji vê hindê kêmtir dahat hebe, hejar tê hesibandin.