Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şirketên rêvîngî yên esmaniyên Îranê li seranserê cîhanê têne daxistin

12:23 - 22 Îlon 2026

Skat Bêsênt, Wezîrê Xezînedariya Amerîkayê li hevpeyvîna digel kanala “CNBC” de got: “Ji 23ê September anku 1ê meha Rezberê ve, tevaviya şirketên rêvîngî yên esmaniye Îranê têne daxistin û li balafirxaneyan de ti şewat nadne balafirên Îranê û xizmetguzariyek bi wan balafiran nayê kirin û bilîtên wan jî nayêne kirîn”.

Wezîrê Xezênedariya Amerîkayê bi rohnî ragihand ku her welatek digel şirketên rêvîngî yên esmaniye Îranê kar bike dê ji sîstema Dolar bê bêparkirin û bête cezadanê.

Herwisa Skat Bêsênt ragihand berpirsên welatê Çînê li tekoşîna givaşa aboriya Amerîka bo ser rêjîma Îranê, beşdariyeke gelek çalakane hebûne û dorpêça gera 2yê a bo ser hêlên esmaniye Îranê li çarçoveya givaşa aborî bo ser rêjîma Îranê ya naskirî bi “operasyona durxistina aborî” de ye.

Wezîrê Xezînedariya Amerîkayê li 17ê Xezelwerê de jî hemû hêlên mayî yên esmaniya Îranê ku li lîstê dorpêçan de nehatibûne tomarkirin, xistine nev lîstê dorpêçan û ragihandibû ku her kes bi rêya hêlên esmanî digel rêjîma Îranê ticaretê bike dê ji sîstema malî ya cîhanî bê bêparkirin.