Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa neftê gihişte asta herî nizim a hefteya derbasbûyî

09:44 - 22 Îlon 2026

Berhemhîneran nirxê neftê li bazarên cîhanê gehande asta herî nizim, piştî ku bazirganan hêviyên xwe bi paşeroja dîplomatîk a li deve deva civînên Neteweyên Yekbûyî ve girêdabûn, di heman demê de Erebistana Siûdî jî hinardeya nefta xwe zêde kir.

Di kirîn û firotina roja Duşemî de, nirxa nefta xav a Brênt bi 1,71% kêm bû û gihişt 102,û 9 Sintan ji bo her bermîlekê.

Di heman demê de, nefta xav a West Texas ya Amerîkayê (WTI) bi rêjeya 1,96% daket û gihişt 98,33 dolarî ji bo her bermîlekê.

Ev daketina nirxan piştî nîşandana amadebûna Tiramp ji bo hevdîtin digel Mesûd Pizîşkiyan li “New Yorkê”bû.

Di heman demê de, Muhsên Rizayî jî ragihand ku Tehran şertên xwe ji bo destpêkirina dûbare ya danûstandinan radestî navbeyankaran kiriye.

Tevî êrîşên Hûsiyan bo ser Riyazê û rêkxistina Aramko, amar nîşan didin ku hinardekirina neftê ya Erebistana Siûdî ji riya Tengava Hurmuzê ve bilind bûye û gihiştiye 2,9 milyon bermîl di rojê de.

Di hemberî vê yekê de, Spaha Pasdaran a terorîstî hişyarî daye ku di egera êrîşeke nû ya Amerîkayê  dê çekên nû bi kar bîne.