Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 526 an a Rojnameya Agirî ku zimanhalê Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê ye, hat weşandin

11:43 - 22 Îlon 2026

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de gotarên nivîskar û xebatkaran û mijar û helwêstên PDKÎ hatine weşandin ku hejmara 526 a Agirî de, ev mijar hene:

Li rûpela ewilî de, Peyama rêzdar Mistefa Hicrî Sikirtêrê Giştî yê Hizba Dêmokrat bi hilkefta salvegera tevgera Jînayê û mangirtina giştî ya 25ê Xermananê dikeve ber çavan.

Rûpela 2 – Daxuyaniya Desteya Kargêriya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê, bi hikefta

34emîn salvegera terora Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî, dikeve ber çavê xwênerên hêja.

Rûpela 3 de – Nêrîna Hizba Dêmokrat li ser raporta Rêxistina Lêborîna Navneteweyî, hatiye weşandin.

Rûpela 4 de - Banga mangirtina giştî ya 25ê Xermananê, a Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê, û herwisa Spasnameya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê derheq bi serkeftina mangirtina giştî a 25ê Xermanan, hatine weşandin.

Rûpela 5 de - gotara - Mangirtin, Rapersîyeke Berdewam, ji nivîsa Aso Minberî.

Rûpela 6 - Beşa 7 a gotara - Ji nû ve nasandina têkoşîna Kurdî di serdema guherînên mezin de, ji nivîsa Dr. Mehmûd Ebas.  

Rûpela 7 ê de gotara - Şoreşa Jînayê, Serhildan li dijî dagirkar û gava bêveger

ber bi rizgariya Kurdistanê ve, ji nivîsa Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî têne dîtin.

Rûpela 8 - de - Ku taybet e bi Hevpeyvîna Agirî, Sîmîn Rûhanîzade vê carê li ser tevgera Jin, Jiyan, Azadî û bandora vê tevgerê li ser jiyana civakê û rola jinan di vê tevgerê de me digel Evîn Mistefazade, Berdevka Saziya Mafê Mirovî ya Kurdpayê, hevpeyvîn encam daye.

Rûpela – 9 de, beşa 2 a gotara - Di nabeyna du blokên hêjmon de qedera Kurdan, ji nivîsa Hesen Heranî.

Rûpela 10 - Gotara - Ji Seqizê û Rojhilatê Kurdistanê ve ber bi cîhanê, Peyama  Jin, Jiyan, Azadî, ji nivîsa Sefiye Xalidî.

Rûpela 11- Agirî de, çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rêjîma komara îslamiya Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de, dikevne ber çavê xwênerên rêzdar.

Rûpela 12- dawî rûpela hejmara 526 a Rojnameya Agirî, postêrek e li jêr navê “Peymana Serhildana Jînayê”, ev postêr jî wekî her car bi terahî û dîzaynêriya Serbest Urmiye hatiye amadekirin.

Rojnama Agirî ji aliyê Xelîl Mîlanî ve tête dîzayînkirin.

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên hejmara 526a Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.