Kanûna Mafê Mirov a Îranê li raporekê de li ser xirapiya rewşa tendirûstî û mirovî li benda 7 a girtîgeha Êvînê hoşdarî da û ragehand qerebalixiya zêde, nebûna xizmetguzariyên pizîşkî û veguhastina bername bo darêtina madden hişber, jiyana girtiyan xistiye bi gefê.
Li gorî raporta Kanûna Mafê Mirov a Îranê, benda 7 a girtîgeha Êvînê rûbirûyê kirîzek kûr a jêrxanî bûye, bi awayekî ku hejmara girtiyan gihaye du beraber şiyana wergirtina bendê.
Ew ast li qerebalixiya piştî wê hat ku desthilatdar bi bê berfirehkirina cih û jêrxanên tendirûstiyê, girtî keysên darayî li girtîgeha (Tehrana mezin) ve bo Êvînê veguhastiye.
Hevdem bêparkirina girtiyan li dermanên hewce, neşandina nexweşan bo navendên dermanî yên derve, kuwalêtiya zêde nizim a xwarin û têçûya sîstema hênikî li demsala germê de, rewiş ber bi karesatê ve biriye.
Madden hişber bi hêsanî li nav bendê de têne bidestxistin û belavkirina wê bi awayekî rêkxirav û bi hevkariya hinek li pasewan û berpirsên bendê birêve diçe.
Raporê de tekezî hatiye kirin ku ew reftarane bipêkirina aşkera a madden 5 û 25 a ragehandina cîhanê a Mafên Mirov û madên 10 a peymana navdewletî a mafê medenî û siyasiyane ku rêzgirtin li kerameta girtiyan bi erkê xwe dizan in.