Hêza Deryayî ya dewleta Yemenê ragihand roja Çarşemî 26ê Tebaxê de li demjimêrên şevê, gemiyeke hilgirê alavên berhemanîna dironan li deryaya Sor de sekinandine û dest bi ser de girtine.
Pêka daxuyaniya hêza Deryayî ya Yemenê, ev alavên berhemanîna dironan ji aliyê spaha psdaran a terorîst ve bo Hûsiyên Yemenê hatibûne şandin û wan dest bi ser de girtiye.
Li sibêdeha roja Pêncşemiyê 27ê Tebaxê jî, 5 gemiyên Hûsiyan li nêzî giravên ser rêya deryî bûne armanca êrîşên hêzên deryayî yên Yemenê û neçar bi revîn ji dever û guherîna rêya xwe bûn.
Herwisa Artêşa Dewleta Yemenê li vê rojê de dironeke Husiyan jî kire armanc û jinav bir.