Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dîdara nûnera peywendiyên derveye Hizba Dêmokrat ligel endam parlemanekî Siwîsê

16:33 - 27 Tebax 2026

Roja Sêşemî 3ê Xermanana 1405an, Mîdiya Pîrotî nûnera peywendiyên derveye Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li welatê Siwîsê, serdana wî welatî kir û ligel Gêr Hard Pifîstêr endam parleman li hizba Kirîstiyanan û endamê komîsyona derveye parlemana Siwîsî dîdar pêk anî.

Di vê kombûnê de behisa Îranê û bi taybet Kurd û Rojhelatê Kurdistanê hate kirin.

Rêzdar Pifîstêr keyfxweşiya xwe bi nasîna nûnera hizbê li Siwîsê da xûya û ew rûniştin bi girîng binav kir û spasiya nûnera hizbê kir ku ev zanyariyên girîng li ser pirsa Kurd û Kurdistanê dane wî.

Wî parlemantarî soza hevkarî û piştgîriya zêdetir bi gelê Kurd da nûnera Hizbê.

Di dawiyê de herduk aliyan biryar dan ku li pêşerojê de pirojeya karê hevbeş encam bidin.