Hêzên serbazî yên rêjîmê li dirêjeya siyasetên wêrankirin û jinavbirina bizanebûn a sirûşta Kurdistanê, dest bi birêvebirina manorek serbazî li deverên cuda ên çiyayê Şaho li nawçeya Hewrananê kiriye.
Li gorî nûçeya giheştî bi odeya nûçeyên ragehandina Hizba Demokrat, hêzên rejîmê li rêya bilindgoya gundên derdora çiyayê Şaho ragehandiye ku bo heyama heftiyekê wê manora serbazî birêve bibin.
Ew hêzên rejîmê bi tundî hoşdarî dane xelkê ku sardana çiyayên şahoyê nekin û renge li wî heyamî de dest bi topbarana wê deverê bikin.
Herwisa gef li xelkê kirine ku her kesek li wî heyamî de sardana çiyayê Şaho bike, ewlehiya canê wan parastî nabe û ew jî li hember canê wan Kesan de berpirsiyar nabin.
Çavkaniyên agehdar ragehandin ku rejîm li jêr navê wan manoran cehdê dike ku agir berde jîngehl û xwezaya Şaho têk bide têkdan û agirberdana sirûşta deverê dide.
Hevdem li tarîtiya şevê de, pitir li 10 otombêlên hilgirê hêz û alavên serbazî li gundê Tîleko ve ber bi çemê Dûawan ve hatine şandin û hêzên wan li derdora pira Dûawan hatine cîhgirkirin.
Hêzên rejîmê li jêr navê manora serbazî a yek heftî de li çiyayê Şaho de, rewşek ewlehî bi ser deverê de sepandiye û rê li hatin û çûna welatiyan jî girtine.