Rewşa aborî li Îranê rasterast bandorê li ser xwarina rojane ya welatiyan dike. Bi bilindbûna nirxê dolarê Amerîkî, buhaya hewcehiyên bingehîn ên jiyanê, gihîştiye asteke nedîtî û fikarên mezin li welat çêkirine.
Li gorî amarên herî dawî yên ji bazara Tehranê, nirxa tûrikekî 10 kîlogramî yê birincê îranî yê Haşimî ji 5 milyon û 715 hezar tûmenan derbas bû. Ev guherîn bo ser sifre û xwarina malbatan buye barekî gelekî giran. Di nav berhemên şîr de jî krîzeke mezin heye, nirxê qalibekî penîrê 400 gramî yê branda Sebah gihiştiye 166 hezar û 500 tûmenan. Wekî din, yek kîloyek goştê golikê gihîştiye milyonek û 800 hezar tûmenî û kîloya goştê mirîşkan jî li dora 325 hezar tûmenî ye.
Li bazar û qadên fermî yên bajêr jî biha gelekî bilind in. Şîrê hişk 229 hezar û lîmon jî 299 hezar tûmen. Ji ber ku firotingehên nav bajaran berheman bi %35 buhatir difiroşin, hêza kirînê ya xelkê bi temamî kêm bûye û ber bi nemanê ve diçe.