Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Netenyaho: lihevkirin digel desthilatarên hov ên rêjîma Îranê nayê kirin

16:37 - 27 Tebax 2026

Binyamîn Netenyaho, Serokwezîrê Îsraîl tevî pêşewazîkirin li hewlên nû ya givaşxistina bo ser rêjîma Îranê, ragihand ku îmkana lihevkirina dîplomatîk digel desthilatarên hov ên paşmaweyên rêjîma Îranê nîne û nayê cîbicîkirin.

Herwisa Binyamîn Netenyaho li derheq hevdîtina xwe digel Donald Tiramp de ragihand: “Li vê hevdîtinê de 3 bijardeyên danûstandin, êrîşa serbazî, dorpêç û givaşa aborî bi dijî rêjîma Îranê hatine gengeşekirin”.

Herwisa navbirî gotiye: “Min gotiye Donald Tiramp ku min şik û guman li vê yekê de heye ku digel wan hovên desthilatar ên Îranê, rêkevtinek bê kirin”.

Herwisa Serokwezîrê Îsraîl tevî piştevanîkirin li biryara Amerîka bo dorpêçên nû got: “Ez li derheq şêwaza nû ya sizadana rêjîma Îranê, spasê li Serkomarê Amerîkayê dikim.