Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke hevbeş a Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê zincîre civînêk bi senatûr û endamên Kongreya Amerîkayê encam da

16:44 - 27 Tebax 2026

Di çarçoveya çalakiyên berdewam yên dîplomatîk li Waşingtonê, şandeke hevbeş a Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê, ku ji nûnerên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û Komelayê pêk hatibû di 29 û 30ê Gelawêjê de zincîre civînên girîng digel sitaf û şêwirmendên encûmena Sêna û Kongrêsa Amerîkayê re encam dan.

Di wan civînan de, nûnerên Hevpeymaniyê raporeke berfireh pêşkêşî şêwirmendên Kongrêsê kirin û li ser van mijaran sekinîn:

Pêşkêşkirina raporeke giştî derheq binpêkirina berdewam a mafê mirov li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Komara Îslamî ve.

Rohnkirina helwest, bername û çarçoveya hevbeş a hêzên siyasî yên Kurdistana Îranê ji bo guhertineke demokratîk li welat de.

Tekezîkirin li ser pêdiviya destpêşxeriyê ji aliyê Amerîkayê ve ji bo piştgiriya alternatîveke giştgir a opozîsyona Îranê, bi armanca handana xelkê ji bo serhildan û kontrolkirina rêveberiya welat di qonaxa derbasbûnê de.

Civîn digel wan sitaf û senatûr û endamên Kongrêsê re hatin encamdan:

Senatûr: Mark Kelly, Maria Cantwell, Roger Marshall, Dan Sullivan,  John Kennedy

Endamên Kongreyê: Donald G. Davis, Nikema Williams, Ryan Mackenzie, Pete Sessions, Virginia Foxx, James Clyburn

Sitafa ofîsên Kongrêsê û Sênayê pêşwaziyek baş ji nêrîn û raporên şanda Hevpeymaniyê kirin û bersivên pirsên xwe liderheq pêşeroja siyasî ya Îranê û rola neteweyan dan.