Xelkê azadîxwaz ê Kurdistanê!
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê di civîna xwe ya dawî de ku di roja 3yê Xermananê de hat birêveçûn, nirxandineke giştî bo rewşa navxweyî ya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û herwisa hevkêşeyên aloz ên herêmê kir û ronahî xist ser guhertinên hestiyar, krîzên sîstema siyasî ya Îranê û wan geşedanên lezgir ku di herêmê de rû didin û tê de helwest û nêrîna xwe di barê rewşê de destnîşan kir.
Di civînê de hat tekezkirin ku tevî ku şer û pevçûn, kontrolkirina rêrêwên stratejîk û bazirganî û destbiserdagirtina çavkaniyan di herêmê de rehendeke wan a dîrokî heye, lê rewşa niha ya Rojhilata Navîn û Îranê di qonaxeke veguhastinê ya diyarker de ye û sîstema desthilatdariyê li Îranê di krîzeke kûr û bêçare de dijî ku nikare xwe ji encamên wê rizgar bike. Herwisa hat diyar kirin ku hikûmeta Îranê ji bilî şer rastî cezayên giran ên aborî û zextên pir-alî bûye ku ber bi kendalê hilweşînê an jî ji destdana kontrolê li ser herêmên cuda dibe.
Li beramber vê rewşê û guhertinên ku tên rawestandin de, em tekezî li ser hewcehiya amadekariya hemû-alî ya meydanî, siyasî û dîplomatîk dikin û em li ser vê bawerê ne ku tevgera demokratîk û azadîxwaz a Kurd li Rojhilatê Kurdistanê nabe di vê qonaxê de tenê rola temaşevan hebe, belkî hewce ye bi planeke tam û stratejiyeke zelal amadeyî her guhertinekê be. Em pêdagiriyê li ser wê yekê jî dikin ku serkeftina tevgera Kurd di navbera rehendên neteweyî de -ku pêkhatiye ji parastina mafên rewa, dabînkirina nasnameya neteweyî, mafê biryardana li ser çarenûsê û îradeya neteweyî ya Kurd di Îrana paşerojê de- ligel azadiyên jinan, pirsa demokrasiyê, daxwazên medenî û nirxên pêşkeftî yên civakê, bi hevsengiyeke serrast ve girêdayî ye.
Wek Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê em tekez dikin ku hêz û aliyên siyasî pêwîst e boçûn û karîna partiyatî bixin xizmeta berjewendiyên neteweya me û hevpeymanên xwe di asta navxweyî û derve de bihêztir bikin. Di vê rêyê de jî, pêwîst e di warê leşkerî, ewlehî, rêxistinî û dîplomatîk de gavên hevpar bêne avêtin û hewldanên hevpeymaniyê lezgîn bibin û diyalog û lobîkirin ligel navendên biryardar ên navneteweyî û hêzên din ên opozisyona demokratîkxwaz li Îranê birêve biçin. Di vê rêyê de Hevpeymaniya Hêzên Siyasî bi amadekirina dosyaya taybet li ser cinayetên Komara Îslamî ya Îranê û rewşa Kurdistanê û pêşkêşkirina wê bi navendên navneteweyî û pewendîdar re, herwisa bi pêşwaziya hevpar ji salvegera tevgera «Jîna – Jin, Jiyan, Azadî» gavê ber bi bihêztirkirina cîgeha xwe ya yekgirtî diavêje.
Di dawiya vê civînê de, hemû aliyan bi kodengî tekezî li ser hewcehiya berdewambûn û mukumbûna li ser hewldanan bo bihêztir kirina zêdetir a hevpeymaniyê kirin. Ev yek ne tenê wek pêwîstiyek bo bihêztirkirina yektiya di navbera aliyan de, belkî bi armanca xizmetkirina herî baş ji berjewendiyên xelkê Kurdistanê re û misogerkirina paşerojeke azad û demokratîk bo paşerojê tê holê.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê
5ê Xermanana 2726