Pît Hêgist, Wezîrê şer ê Amerîka, îro Duşemî 12ê Gelawêjê, careke din tekezî li ser axiftinên Donald Tiramp kir û ragehand ku hêzên Amerîka heya niha li rewşa amadebaşiya tewaw de ne û bo her çalakiyekî û operasyonekê jî amade ne.
Hêgêst tekezî kir ku biryara Tiramp bo paşxistina êrîşa bo ser Îranê, tu bandorek li ser amadehiya serbazî a Amerîka nebûye.
Hêgêst li peyamekê de li tora civakî a (X) nivîsiye ku Wezareta şerê a Amerîka heya niha li asta amadehiyê de ye ku li serdema şerê Cîhanî ê Dûyem ve heta niha bê mînak bûye û arteşa Amerîka bi temamî bo cîbicîkirina erkan amade ne.
Berya vê, Tiramp hewla destpêkirina gera nû a danûstandinan ligel nûnerên rejîma Îranê ragehandibû, ew danûstandinên ligel Nûnerên rejîma Îranê ragehandibû, ew danûstandinên ku piştî biryara wî bo ragirtina demkî a êrîşên berfireh dijî rejîmê birêve diçin.
Tiramp êvara roja Yekşemî li kombûna rojnamevanî de li firokeya serokatiya EyrForis Wan ragehand ku ew danûstandinane biryare roja Duşemî birêve biçe.
Berê jî Tiramp îşare bi vê kiribû ku hêzên Waşîngton li amadebaşiya tewaw de ne, lê li ser daxwaza Îranê û çend welatên deverê biryara ragirtina êrîşan daye.