Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirsa rejîmê ji egera destpêkirina pêlek nû ya serhildanên xelkê zêde bûne

12:02 - 29 Tebax 2026

Îdareya Îtlaata Spaha Pasdaran di daxuyaniyekê de hişyarî da û pirsa krîza aborî û nerazîbûna xelkê xiste stuyê "alîkarî û destwerdana welatên biyanî".

Rejîmê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îsraîl tohmetbar kirin ku ew dixwazin bi rêya "şerê derûnî, xirabkirina bazara hewcehî û derman û şewatê, û handana xelkê ji bo daktinê kolanan" zextên navxweyî li ser Komara Îslamî zêde bikin. Di heman demê de, îdareya îtlaata spahê amadehiya navendên xwe yên tepeserker ji bo rawestana li dijî her cûre xwepêşandana nû ragihand.

Di van rojên dawî de, bi bilindbûna nirxê dolar û kêmbûna benzinê re, desthilatdarên rêjîmê pir ji bilindbûna dengê nerizayetiya xelkê ditirsin. Komara Îslamî di dîroka desthilata xwe de her dem daxwazên rewa yên xelkê Îran û Kurdistanê bi alîkariyên derve ve girêdaye û berpirsayetiya wan hemî kirîzên ku bi ser xelkê de hatine nagire ustiyê xwe. Bersiva rejîmê ji bo van daxwazan, her dem tundûtîjî û tepeseriya hovane a heçî dengekî nerizayetiya xelkê bûye.

Gorî wan video û raporên ku li ber destin, rêjîmê li nava piraniya bajaran de hêzên tepeserkar danane û gelek cihan û bi taybetî li derveyî bajaran rêkan kontirol dikin û çekên giran bicih kirine.