Kanûna Mafê Mirov a Îranê, li raportekê de ragihand li meha Gelawêja 1405an de, aliyê kêm 72 girtî li girtîgehên cuda ên rejîma Îranê de hatine bidarvekirin.
Li nav bidarvekiriyan de 3 jin, 5 kes li girtiyên xwenîşandanên seranserî ên 1404an, 4 girtiyên Belûç, û 5 Girtiyên Kurd hene, û herwisa zarokek tomehbar heye ku li dema encamdana tawanê de 16 salî bûye.
Li gorî wê raporê, girtîgeha Destgird a Îsfehanê bi 8 haletan û Qizilhisara Kerecê jî bi 6 halletan, wek bilindtirîn amarên bidarvekirinan hatine tomar kirin.
Kanûna Mafê Mirov a Îranê tevî îşarekirin bi nebûna dadresiya dadpererane û bêparkirina girtiyan li mafê hebûna parêzer, navê 5 xwenîşanderên bidarvekirî bi wî awayî ragehandiye, Ebulfezil Sipahî, Emîr Husên Seferî, Arwîn Xêrxahan, Şehram Sadiqî û Mecîd Adîne.
Rêkxistinên navdewletî ê parêzvanên mafê mirov wê pêl û asta bidarvekirinan ji aliyê rêjîma Îranê ve şermezar dikin û daxwaza sekinandina pêla bidarvekirinê li Îranê de dikin.
Di rastiyê de, Donald Tiramp Serkomarê Amerîka, serkut û kuştara dijberan ji aliyê Komara Îslamî ve bi kirîza mezin a mirovî binav kir û daxwaza ragirtina destbicî a bidarvekirina xwepîşanderan jî kiriye.