Navenda Amar a paşmaweyên rêjîmê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku li heyama salekê de nirxa nêvincî ya xwarin û vexwarinan zêdetir ji %127 bilind bûye û teweroma xal bi xal a heyva Gelawêjê jî bi %98 ranihandiye.
Pêka vê raporê, zêdetirîn nirxa teweromê ya titûn û cigareyan bûye ku li heyva Gelawêja îsla de bi berhevdanîn digel heyva Gelawêja sala par, %161 bilind bûye.
Li vê raporê de hatiye, li rêzbendiya 2ê ya bilindbûna nirxan de xwrin û vexwarinan in ku li heyama salekê de %127.5 bilind bûye û xercê hotel û rêstoranan jî zêdetir ji %107 û veguhastina bejayî nêzî %105 bilin bûye.
Navenda amar a paşmaweyên rêjîmê nirxa teweroma 12 heyvên derbasbûyî, bi %69.9 ragihandiye.
Amarên serast çend qat ji amarên belavbûyî yên navenda amar a paşmaweyên rêîjîmê zêdetir in û rêjîm, amarên serast belav nake.
Rewşa jiyana xelkê bi sedema giraniya hewcehiyan, tewerom, bêkarî û bê dahatiyê, hinde xirab bûye ku êdî kêm kes heye ku bersivderê jiyana xwe bin.